Rûsye polîsên xwe yên leşkerî li Efrîn belav dike

Rûsyayê polîsên xwe yên leşkerî li herêma Efrîn belav kirine û xalên xwe yên çavdêriyê jî danîne, ji bo çavdêriya rawestandina şer bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsyayê polîsên xwe yên leşkerî li herêma Efrîn belav kirine û xalên xwe yên çavdêriyê jî danîne, ji bo çavdêriya rawestandina şer bikin.

Ajanseke Rûsî li ser zarê fermandarê di Polîsa Leşkerî a Rûsî Moqedem Georgî Petronin ku belav kir, hêzên wan serperiştiya pabendbûna rawestandina şer li bakurê Sûriyê li ser hêla di navbera hêzên nakok de belav kirine û belavbûna hêzên wan dê gerentiya berdewamiya agirbestê bike.  

Li gor ajansên Rûsî, ji dema belavbûna hêzên Rûsî li Herêma ji sê heta 5 malbatan vegeriyane ser malên xwe û şer heta astekê rawestiya ye.

Rûsyayê ku di dawiya Adara borî de navendeke xwe ya leşkerî li herêma Efrînê daniye, lê Efrîn û gundên wê ji destpêka meha Hezîrana borî ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opzîsyonê ve tê bombebarankirin.

Herwiha di dawiya Tebaxa borî de jî Rûsyayê navendeke Lihevhatina Niştimanî li Efrînê damezrand. Li gor berpirsên Rûsî jî, ew navend hin berpirsên Rêveberiya Xweser, opozîsyona Sûriyê û berpirsên Rûsî li xwe digire.

 

Fly Erbil Advertisment