Parêzgarê Diyale, li dijî referandûmê, rêvebirê bajarokê Mendelî ji kar dûr xist
Îro hejmarek ji endam û çekdarên rêxistina Esayib Ehlulheq, ku mîlîşyayeke Şî'î ya tundrew e, li bajarokê Mendelî, li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê tevlihevî çê kirin û ala Kurdistanê li wî bajarokî daxistin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro hejmarek ji endam û çekdarên rêxistina Esayib Ehlulheq, ku mîlîşyayeke Şî'î ya tundrew e, li bajarokê Mendelî, li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê tevlihevî çê kirin û ala Kurdistanê li wî bajarokî daxistin. Parêzgarê Diyale jî, berpirsatiya wê tevliheviyê xiste stûyê rêvebirê bajarokê Mendelî û ew ji kar dûr xist.
Li gorî zanyariyan, Parêzgarê Diyale Musena Temîmî serdana bajarokê Mendelî kir û li avahiya rêvebiriya wî bajarokî civînek lidar xist û tê de biryar da, heya dema ku rêvebirekî din bê destnîşankirin, wê rêvebirê bajarokê Mendelî Ebdulhisên Ebbas, ji kar bê dûrxistin.
Bi gotina Parêzgarê Diyale: "Rêvebirê bajarokê Mendelî yasa binpê kiriye û daxwaz kiriye ku referandûma serxwebûna Kurdistanê li bajarokê wî jî bê encamdan."
Li gorî daxuyaniyên Parêzgarê Diyaleyê, "Rêvebirê bajarokê Mendelî derbarê encamdana referandûmê ew agahdar nekiriye û ev yek yasayê binpê dike".
Piştî ku rêvebirê bajarokê Mendelî biryar da, ku bajarokê wî beşdariyê di referandûma serxwebûnê de bike, wek beşek ji axa Kurdistanê, ku bi navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê tên naskirin.
Her li gorî zanyariyan, berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtî Niştmanî ya Kurdistanê (YNK, li ser bûyerên Mendelî, li bajarê Xaneqînê civînek lidar xistin.