Bi amadebûna Barzanî, Hewlêr mezintirîn kernevala serxwebûnê lidar dixe
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dawî gotara xwe ya derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê di karbevaleke mezin ya camewerî li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê pêşkêş dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dawî gotara xwe ya derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de, di karbevaleke mezin ya camewerî li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê de pêşkêş dike.
Di çend hefteyên borî de, serokê Herêma Kurdistanê Mesd Barzanî li hejmarek ji festival, aheng û karnevalên camewerî li bajarên Zaxo, Dihok, Amêdiyê, Soran û Silêmaniyê beşdar bû, ku tê de bi sedan hezar kes bi dengekî bilind piştevaniya xwe ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re derbirîn.
Îro Barzanî di dawî karnevala mezin ya serxwebûnê li paytexta Herêma Kurdistanê û dawî roja bangeşeya de gotarekê pêşkêş dike. Gotara Barzanî piştî rojekê ji biryara berdewamiya birêvebirina referandûmê tê, ku duh Enûmena Bilind a Referandûmê tekezî li birêvebirina referandûmê di roja 25ê Îlonê de kir.
Herwiha kernevala îro bi zêdebûna hewl û daxwazên Iraq, welatên navçê û civaka navdewletî ya ji bo hilweşandina referandûmê re hevdem e.
Tê çaverêkirin ji bilî wan camewerê ku beşdarî kernevalan dibin, bi milyonan kes di riya kenalên televisyonê re gotara Barzanî bibihîsin. Li navendên herêmî û navdewletî jî girîngî gotara Barzanî tê bihêstin.
Di gotarên berê de, her dem Barzanî behsa êş û sitemên bi serê Kurd hatine kirin dikir, ku gelê Kurdistanê gihande vê rojê ku biryara referandûmê bide, çarenivîsa xwe diyar bike, ligel Iraqê bibin du cîranên baş û Kurd nabe jêdera gef û pirsgirêkê ji cîranan re.
Berdewam jî digot: “Referandûm biryara gelê Kurdistanê û mafekî sirûştî, yasayî û rewa ye û di wê riyê re pêşeroja xwe diyar dike.”
Serokê Herêma Kurdistanê çendîn caran jî tekez dikir, bi awayekî aştiyane piştî referandûmê ligel Bexdayê guftûgoyê dikin û heta bedîlekî ji referandûmê baştir nebe jî, referandûm bipaş nakeve, ji ber ku ew pêşniyazên heta niha hatine kirin, nikarin gelê Kurdistanê razî bike. tê çaverêkirin îro jî careke din daxwaz ji gelê Kurdistanê bike ku roja 25ê Îlonê biçin ser sindoqan û çarenivîsa xwe diyar bikin.