Baroyên Bakur: Mafê her gelî yê diyarkirina pêşeroja xwe heye

Baroyên bajarên Bakûrê Kurdistanê, girêdayî referandûma serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş belav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Baroyên 16 bajarên ji  Bakûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê diyarkirin. Herweha rexne li helwêsta Tirkiye ya dijberiya  referendûma serxwebûnê anîn ziman, ji Tirkiye xwestin ku, dijberiya referendûma serxwebûna Kurdistanê ne di berjewendiya Tirkiye bi xwe de ye.

Baroyên bajarên Bakûrê Kurdistanê, girêdayî  referandûma serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş belav kirin.

Daxûyanî piştevaniya referandûma serxwebûna Kurdistanê dike, diyar dike ku, mafê her gelî ye liser pêşeroja xwe biryar bide. Divê her alî rêz li îradeya gelê Herêma Kurdistanê bigre.

Baroyên bakurê Kurdistanê destnîşan dikin ku, pejirandina referendûma Kurdistanê dikare pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê xûrttir bike û ev di berjewendiya her du aliyan û herêmê de ye.

Baroyên daxûyaniya hevbeş imze kirin e:

Baroya Semsûrê

Baroya Agirî

Baroya Batmanê

Baroya Bitlîsê

Baroya Çewlîgê

Baroya Dêrsimê

Baroya Diyarbekirê

Baroya Colemêrgê

Baroya Qers-Ardaxanê

Baroya Mêrdînê

Baroya Mûşê

Baroya Sêrtê

Baroya Rihayê

Baroya Şirnexê

Baroya Wanê

 

 

Fly Erbil Advertisment