Kesayetiyekî navdar ê Îranê, bo referandûmê nameyek ji Sîstanî re şand

Nivîskar û lêkolînerê navdar ê Îranî Sadiqî Zîbakelam derbarê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de, nameyek arasteyî Merciê Bilind ê Şîe li Iraqê Ayetulah Elî Sîstanî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar û lêkolînerê navdar ê Îranî Sadiqî Zîbakelam derbarê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de, nameyek arasteyî Merciê Bilind ê Şîe li Iraqê Ayetulah Elî Sîstanî kir.

Zîbakelam di nameya xwe de dibêje: “Damezrandina dewleta Kurdistanê tiştek e her dibe, heger ne îro be, sibe her dibe. Ji ber wê îro roja çarenivîsa Iraqê ye, dawî roja pêwendiyên di navbera Kurdistanê û welatên derdorê de pêwendiya wê bi riftarên îro heye.”

Derbarê dubereya di navbera Mislimanan çê bûye de jî, Zîbakelam di nameya xwe de dibêje: “Dagîrkerî dubereyî di navbera Mislimanan de çê nekiriye, lê em bixwe sedema sereke ya wê dubereyê ne, ji ber ez piştevaniyê Şîeyên Iraqê û peyrewên we li Îranê dikim, rêzê li daxwaza xebata xelkê Kurdistanê bigirin, ku zêdetir ji 180 hezar qurbanî li ser destê Sedam Husên dane û li Helebce hatin kîmyabarankirin.”

Sadiqî Zîbakelam di nameya xwe ya ji bo Sîstanî de dibêje: “Bikaranîna hêzê, yan gefê, yan dorpêçkirinê, yan girtina sînoran û her tiştekî din, tenê dibe sedem ku Kurd li ser daxwazên xwe rij bin.”

Zîbakelam tekezî li wê jî dike, “Heyder Ebadî ne ji Sedam Husên bihêztir e û nikare ewqas tundûtûjî li dijî Kurd bikar bîne.”

Herwiha dibêje: “Tawanbarkirina Kurd bi cudabûna ji dewleta bi navê Iraqê tiştekî bê wate ye, ji ber ku ne Iraq, ne Sûriye, ne Urdin, ne Filestîn, ne Libnan û welatên din yên jê re tê got Rojhilata Navîn, ti rayeke dîrokî jê re nîn in. Iraq jî ji berî 500 salan ve beşek ji Împeratoriya Osmaniyan bû.”

Di beşeke din ya nameyê de amaje bi wê kiriye, “Berî 700 salî Iraq beşek ji desthilata Împeratoriya Îslamî bû, herwiha Împeratoriya Romanî, anku Iraq berî ku berhema dîrokî be, berhema Sykes-Picot ye û piştî şerê cîhanê yê yekem çê bûye.”

Di dawiya nameya Zîbakelam de hatiye, “Daxwaz ji we dikim piştevaniyê li daxwazên dîrokî yên gelê Kurd bikin.”

Ev nivîskar û lêkolînerê navdar ê Îranê, name li ser hejmara xwe ya taybet di tûra pêwendiyên civakî Facebook û instagramê belav kiriye.

 

Fly Erbil Advertisment