Li Şemzînanê serbazek û 3 gundparêz hatin kuştin

Hat ragihandin ku li navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêgê ve û li Bazîda ser bi Agirî ve serbazek û 3 gundparêz hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku li navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêgê ve û li Bazîda ser bi Agirî ve serbazek û 3 gundparêz hatin kuştin.

Li gorî nûçeyeke ajansa Doxan ya Tirkiyê, di encama şer û pevçûnan di navbera endamên PKKê û gundparêzan de li navçeya Şemzînanê, gundparêzek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Piştre bi mebesta encamdana operasyonan, grûpek ji gundparêzan pêşve şûn û rastî kemînekê hatin, di encamê de gundparêzekî din hat kuştin.

Herweha li bajarokê Bazîd yê ser bi Agir ve, şer û pevçûn di navbera endamên PKK û serbazên Tirkiyê de derket.

Di encamê de serbazek û gundparêzek hatin kuştin û 6 gundparêzên din jî birîndar bûn.

Derbarê ziyanên PKK di encama wan şeran de, heya niha ti daxuyanî ji aliyê PKKê ve nehatiye dayin

Fly Erbil Advertisment