Nêçîrvan Barzanî: Roleke Mam Celal ya mezin di şoreşa Kurdistanê de hebû
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ragihand: “Roleke Mam Celal ya giring û jibîrnekirî hebû di şoreşa Kurdistanê û têkoşîna demokrasiyê li Iraqê de û xwediyê navbangeke cîhanî bû.”

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê sersaxiyê bi boneya koça dawî ya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî belav kir û tê de ragihand: “Roleke Mam Celal ya giring û jibîrnekirî hebû di şoreşa Kurdistanê û têkoşîna demokrasiyê li Iraqê de û xwediyê navbangeke cîhanî bû.”
Di peyama Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de hat: “Îro gelê Kurdistanê û Iraqê, azadîxwaz û têkoşrekî mezinê azadiya Kurdistanê û demokrasiya Iraqê ji dest da ku ew jî cenabê Mam Celal e. Bi vê boneyê ez pirse û serxweşiyên xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê digihînim hemû gelê Kurdistanê, gelê Iraqê, Hêro Xan û kek Qubad Talebanî û kek Bavil Talebanî û hemû malbata cenabê Mam Celal Talebanî û polîtboru û serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê.”
Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat jî: “Roleke Cenabê Mam Celal ya mezin di şoreşa Kurdistanê de hebû, her ji temeneke zû ya lawîtiya xwe de tevlî tevgera rewşenbîrî û siyasî ya Kurdistanê bû, weke serkirdeyekî rola wî di xebata Partiya Demokrata Kurdistanê de hebûye û damezrênerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bû ku hevşan li gel Partiya Demokrata Kurdistanê roeke giring di sores, diristkirina Eniya Kurdistanî, Raperîn û parastina dezgehên demokratîk û rewa yên Kurdistanê de dît.”
Di beşeke din Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Rola Mam Celal di xebata li dijî dîktatoyetiyê û anîna demokrasiyê ji bo Iraqê, roleke girîng û jibîrnekirî hebû. Xwedê jê razî be Serok Mam Celal ligel Serok Barzanî û serkirdeyên demokrasîxwaz ên din, rola herî berçav hebû di karkirin û pêdagîrkirina li ser dirustkirina Iraqê li ser bingeha sîstemeke demokrasî û medenî di Iraqê de û yeksanîkirina netewa Kurd û Ereb û parastina mafê Tirkmen, Xiristiyanî û hemû netewan û peyrewên din li ser bineyama tewafiqê û li gor destûra Iraqê.