Medyayên cîhanê behsa koça dawiyê ya Mam Celal dikin
Medyayên cîhanê bi girîngî nûçeya koça dawiyê ya Sekreterê Giştî yê YNKê û serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî romal kir. tevahiya nûçeyan jî amaje bi xebat, pêgeha camewerî û desthilatên vî serkirdeyî di meydanên siyasî yên Iraqê û Kurdistanê de dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Medyayên cîhanê bi girîngî nûçeya koça dawiyê ya Sekreterê Giştî yê YNKê û serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî romal kir. tevahiya nûçeyan jî amaje bi xebat, pêgeha camewerî û desthilatên vî serkirdeyî di meydanên siyasî yên Iraqê û Kurdistanê de dikin.
Financial Times, Celal Talebanî bi kesekî pragmatic û bihêz ji bo yekxistina Iraqê bi nav dike û behsa mirina Talebanî di demekê de dike ku Kurdistan bi sedema referandûma serxwebûnê di bin fişareke giran re derbas dibe.
Rojnameya New York Times a Amerîkî li serdêra nûçeyekê de, Talebanî bi yekem serokê Iraqê ji piştî şerê Amerîka bi nav dike, her çend e desthilatên serokê Iraqê li ser rûpelê tenê sembolîk e, lê Talebanî ji 2005 – 2012an ve bi sûdwergirtin ji şareziya xwe karî wek karbidestekî sereke û bihêz û xwedî desthilat welêt bi rê ve bibe.
Talebanî di nûçeyeke rojnameya Washington Poste de jî bi hêza ku aliyên Iraqê kom dike bi nav kir. Rojname Talebanî bi kesekî zarxweş û xwedî camewerî jî bi nav dike, ku dizanî li kû hesta Kurdayetiya xwe kêmtir nîşan dide.
“Talebanî take hêvî ji bo yekîtiya Iraqê bû, nema” ev navnîşana nûçeya rojnameya ABC ya Amerîkî ye, rojname behsa wê dike, Talebanî ji dema wergirtina posta serokomarê Iraqê ji 2005an ve ji hevalên xwe re gotibû: “Ez cilê Kurdî jiber dikim û cilên Iraqî li ber dikim, divê hûn jî vê qebûl bikin.” Di heman demê de amaje bi wê dike, di sala 2011an de Talebanî Kerkûk bi Qudisa Kurdan bi nav kir, gelek aliyên Iraqê jî ji wê yekê nerazîbûn.
Di piraniya medyayêm cîhanê de, Mam Celal bi siyastemedarekî destbilind hat binavkirin, ku karî Iraq di qonaxa xwînî ya şerê taifî de arasteyên nû û bike û hevsengiyekê di navbera hêzên Sune û Şîe û Kurd de rabigire.