Bakurê Qibrisê girêdana bi Tirkiye re derdixe pêş
Tirkiye ya ku lidij xwesteka neteweyê Kurdistanê ya serxwebûnê derdikeve, dixwaze danasîna Qibrisa bakur bi cîhanê bide sepandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Bakurê Qibrisê, ku di cîhanê de tenê ji aliyê Tirkiye ve wekî Komara Bakurê Qibrisê ya Tirk tê binavkirin, bi rêya Wezîrê xwe yê derve Tahsin Ertugruloglu redkir ku, liser bîngeha federalizmê diyalogê bike, tenya rê wekî konfederaliyê destnîşankir.
Ertugruloglu got, “herweha nimûneya Monaco – Fransa dikarin hilbijêrin. Ango, di siyaseta derve û ewleyî de bi Tirkiye ve bên girêdan û navxweyî serbixwe. Bi Enqere re, em dê şîrove bikin û bigihin biryara dawî”.
Tirkiye ya ku lidij xwesteka neteweyê Kurdistanê ya serxwebûnê derdikeve, dixwaze danasîna Qibrisa bakur bi cîhanê bide sepandin.