Li 25 gundên Çêwlikê qedexe hat ragihandin
Li bajarê Çêwlikê yê Bakurê Kurdistanê 25 dever wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Çêwlikê yê Bakurê Kurdistanê 25 dever wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.
Parêzgeriya Çêwlikê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 7 navçeyên bajêr li 25 gundan heta 19ê Cotmehê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin.
Parêzgeriyê got jî, serdana herêmên ewle qedexe ye û daxwaz ji welatiyan kir ku pabendî hişyariyê bin.