Li Swêdê xwepêşandana piştgiriya serxwebûna Kurdistanê
Roja Yekşemiyê (8ê Cotmehê) di demjimêr navbeyna 18:00 – 19:00an de xwepêşandanek mezin ji alî navdarên Kurd û Swêdî ve jib o piştgirya serxwebûna Kurdistanê tê lidarxistin

K24 – Navenda Nûçeyan
Roja Yekşemiyê (8ê Cotmehê) di demjimêr navbeyna 18:00 – 19:00an de xwepêşandanek mezin ji alî navdarên Kurd û Swêdî ve ji bo piştgirya serxwebûna Kurdistanê tê lidarxistin.
Di bangewaza xwepêşandanê de tê gotin ku, di referendûma serxwebûna Kurdistanê nêzîkî ji sedî 93yan xelkê Kurdistanê jib o serxwebûna xwe deng dan. Ev yek dive ji alî civata navneteweyî ve bê nasîn û rêz lê girtin.
Welatên derdor, rejîma Bexdayê, Tirkiye, Iran û Suriye gefan li Kurdistanê dixwin. Dorpêça aborî hemberê Kurdistanê hatiye ragihandin, ezmanê Kurdistanê di bin dorpêçê de ye, belafir nikarin çûnûhatina Kurdistanê bikin. Gefên serbazî jî, li Kurdistanê tên kirin.
Di vê dema girîng de xelkên Kurdistanê – Kurd, Ermenî, Suryanî, keldanî bi tenê neyên hiştin.
Ji b ovê yekê, xwepêşandanek piştgiriya serxwebûna Kurdistanê û nerizayiya dijî dorpêç û gefên li Kurdistanê tên kirin, tê lidarxistin.
Dem: Yekşem 8. 10. 2017
Demjimêr: 18:00 – 19:00
Cîh: Sergels Torg / Stockholm
Beşdar:
SUZANNE OSTEN rejisor / derhêner
OLOF BUCKARD akter
RAWEZ LAWAN kaptanê tîma Dalkurd
RAMAZAN KIZIL Serokê Dalkurd
GUNILLA BRODREJ rojnamevan / Expressen Kultur
STINA BENGS Seroka yekîtiya artistên ji bo aştiyê
STRAN MAYI helbestvan
PESHRAW AZIZI lîstikvanê Dalkurd
STEFAN HJERTÉN rojnamevan
GEORG KRISTIANSEN Fotograf