Li 26 herêmên Çewlikê qedexe hat ragihandin

Li 26 herêmên 7 navçeyên parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê herêmên ewlekariya taybet hatin ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 26 herêmên 7 navçeyên parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê herêmên ewlekariya taybet hatin ragihandin.

Parêzgariya Çewligê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li 26 herêmên navçeyên Azarpêrt, Dara Hênê, Bongilan, Gêxî, Kanîreş û Çêrme yên girêdayî Çewligê ji bo 6 mehan herêmên ewlekariya taybet hatin ragihandin.

Qedexe wê heta 1ê Adara 2018 berdewam bike. Li gor daxuyaniya parêzgariyê, nabe welatî biçin herêmên hatine destnîşankirin.

Tê çaverêkirin, piştî ragihandina qedexeyan artêşa Tirkiyê li dijî gêrîlayên PKKê dest bi operasyonê bike.

 

Fly Erbil Advertisment