Moskow: Çareserî rêya diyalog û aştiyê ye
Moskov çareseriya pirsgîrekên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê di rêya diyalog û aştiyê de dibîne
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di daxûyaniyekê de ku ji alî Sputnik ve hatî ragihandin diyarkir ku, Moskov çareseriya pirsgîrekên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê di rêya diyalog û aştiyê de dibîne.
Peskov destnîşankir ku, dive rêz li mafên rewa yên Kurdan bên girtin. Moskow xwedî pêwendiyên baş ligel Bexda û Hewlêrê ye û giringiyê dide van pêwendiyên xwe, herweha helwêsta Rusya ya yekîtiya axa Iraqê dubare kir.