Hêzên Iraqî vegeriyan Xaneqîn û Gulale
Îro Sêşemê hêzên Iraqî vegeriyan nav qeza Xaneqîn û bajarokê Gulale û li wir cîgir bûn.

K24- Navenda Nûçeyan
Îro Sêşemê hêzên Iraqî vegeriyan nav qeza Xaneqîn û bajarokê Gulale û li wir cîgir bûn.
Piştî ku hêzên Iraqî û Heşda Şeibî bi riya hejmarek ji berpirsên YNK derbasî Kerkûkê û bajarên ser bi wê ve bûn, îro jî hêzên Iraqî vegeriyan Xaneqîn, Gulale, Şingalê û çend navçeyên din ku berî destpêkirina şerê li dijî DAIŞê hêzên Iraqî têde bûn.
Tevî ku ev bêtirî 3 salan e hêzên Pêşmergên Kurdistanê, qurbaniyeke gellekî mezin û bi hezaran şehîd û birîndar dan, ji bo azadkirina wan navçeyên Kurdistanî, lê duh Heşda Şeibî û hêzên Iraqî derbasî Kerûkê bûn, piştre fermandeya giştî ya hêzên Pêşmerge ragihand, bi sedema "xiyaneta" çend berpirsên emnî û serbazî û siyasî yên YNK li gel Supaya Pasdaran a Îranê û Heşda Şeibî û anîna hejmareke mezin ji serbazan bi serokatiya fermandarekî Pasdaran, hêzên Iraqî vegeriyan wan navçeyan.