Paul Bremer: Heşda Şeibî ser bi Pasdarên Îranê ve ye

Hakimê berê yê medenî li Iraqê Paul Bremer ragihand, Heşda Şeibî ser bi artêşa Pasdaran a Îranê û pêwîst e sînorek jê re li Iraqê were danîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hakimê berê yê medenî li Iraqê Paul Bremer ragihand, Heşda Şeibî ser bi artêşa Pasdaran a Îranê û pêwîst e sînorek jê re li Iraqê were danîn.

Paul Bremer di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, Heşda Şeibî ya ser bi Pasdarên Îranê ve û aliyên terorist Qasim Suleymanî ve tê birêvebirin, pêwîst e li Iraqê sînorek jê re were danîn.

Paul Bremer herwiha got, divê Bexda ligel Kurd nermiyê hilbijêre û pirsfirêkan bi guftûgo çareser bike.

Roja 16ê Cotmehê, Heşda Şeibî bi serperiştiya Qasim Suleymanî û bi rêkeftin ligel hin serkirdeyên YNKê êrîşî ser Kerkûkê kirin û kerkûk dagîr kirin.