Polîtburoya YNKê tekezî li parastina sînorê Herêma Kurdistanê dike

K24 – Navenda Nûçeyan
Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî bûyerên Kerkûkê êrîşa Heşda Şeibî li ser Kerkûkê, di civîna îro de tekezî li ser yekîtiya nava YNKê û navmala Herêma Kurdistanê kir.
Îro Polîtburoya YNKê bi serperiştiya Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl Elî civiya.
Malpera Fermî ya “PUKmedia” belav kir, di civînê de tekezî li ser parastina yekrêziya nava YNKê hatiye kirin û behsa wê yek jê dike, tevahiya desthilatên siyasî, medyayî û ragihandinê yên wê partiyê ji navendên partiyê re vegerin.
Herwiha tekezî li ser yekperçeyîya xaka Herêma Kurdistanê kiriye.
Bîsteke din Polîtburoya YNKê daxuyaniyekê derbarê naveroka civînê de belav dike.