Ronakbîrê bakurê Kurdistanê Îhsan Aksoy çû ber dilovaniya Xwedê

Siyasetmedar û ronakbîrê bakurê Kurdistanê Îhsan Aksoy li bajarê Darmstadt li Almanyayê ji ber

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyasetmedar û ronakbîrê bakurê Kurdistanê Îhsan Aksoy li bajarê Darmstadt li Almanyayê ji ber nexweşiya gurçîlk û penceşêrê di 73 saliya xwe de rehmet kir. 

Aksoy ji xortaniya xwe ve di nav Tevgera  netewî ya Kurdistanê de kar û xebatan dikir. Di vê çarçoveyê de Aksoy damzirînerê Komeleyên Çandî ya Rojhilat a Şoreşger (DDKO)  Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK û Komeleya Çandî ya Gel a Şoreşger DHKDyê bû.

Îhsan Aksoy herwiha di damezirandina Partiya Demokrasiyê ya Beşdar (KADEP) de jî cih girtibû û Cigîrê Serokê wê partiyê bû. Ji ber van karên xwe çendîn salan di girtîgehê de jî mabû.

Digel siyasetmedariya xwe karên edebî, rojnamevanî û weşangerî jî kiriye. Ew xelkê Agiriyê bû û pisporê çand û folklora herêma Serhedê bû.

Îhsan Aksoy zewicî bû û kurekî wî hebû.

 

Fly Erbil Advertisment