Hevserokên HDP û BDPê yên Erdexanê hatin binçavkirin
Li bajarê Erdexanê yê Bakurê Kurdistanê, hevserokê şaxên bajar û navçeyan yên HDP û BDP jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Erdexanê yê Bakurê Kurdistanê, hevserokê şaxên bajar û navçeyan yên HDP û BDP jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.
Hêzên ewlekariya Tirkiyê, bi tometa bangeşeya PKK û endamtiya KCK li navenda Erdexanê û navçeyê Golê û Hoçûvanê êriş birin ser gelek mal û navnîşanan.
Di encamê de Hevserokê Şaxa Erdexanê yê HDP Ozcan Yilmaz û Hevserokê Şaxa DBP yê Erdexanê Mîkaîl Çît û hevserokên şaxên navçeyên Gole û Hoçûvanê yên HDP hatin binçavkirin.
Hat ragehandin, 10 kesên hatine binçavkirin bi endamtiya KCK tên tometbarkirin.