Zaxarova: Kongreya niştimanî dikare biryarên navdewletî bicih bike

K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya dibêje kongreya niştimanî yê Sûriyê dê piştgiriya danûstandinên Cenêvê bike û bihêle ew danûstandin bipêş bikevin.
Peyivdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, kongreya niştimanî yê Sûriyê dê bandoreke baş li cibicîkirina biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2245 bike.
Li ser daxwaza Rûsiyayê biryar e di 18'ê vê mehê de kongreya danûstandina niştîmanî ya girêdayî awayê çareseriya kirîza Sûriyê, li bajarê Sûtçî yê Rûsyayê li dar bikeve. Rêveberiya Xweser jî ji bo wê kongreyê hatiye vexwandin.
Zaxarova amaje bi piştevanîkirina arasteyên erênî yên pêşveçûna rewşa Sûriyê kir û got, Rûsya li ser xaka Sûriyê terora navdewletî jinav dibe.
Ji aliyê xwe ve, Desteya Bilind a danûstandinan ya opozîsyona Sûriyê di daxuyanyekê de ragihand, ew di civînên kongrya niştimanî ya Sûriyê li Sûtçî beşdar nabin û ew danûstandin derketina ji çarçoveya danûstandinên Cenêvê ye.