TEV-DEM: Kongreya Sûtçî ne di asta pêwîst de ye

Endamê Desteya Serokatiyê di Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de Ebdilselam Ehmed, derbarê civîna Sotçî de ku dê li Rûsiyayê li bi rê ve here ragihand, kongre dê ne di asta pêwîst de be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Serokatiyê di Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de Ebdilselam Ehmed, derbarê civîna Sotçî de ku dê li Rûsiyayê li bi rê ve here ragihand, kongre dê ne di asta pêwîst de be.

Ebdilselam Ehmed ji K24ê re ragihand, lîsta ku Rûsiyê ji bo beşdariya di civatan de destnîşan kiriye, ne li di asta pêwist de ye û tê xuyanîkirin ku li gorî berjewendiyên Îran û Sûriyê hatiye danîn.

Ebdilselam Ehmed da zanîn ku, Rûsiya ji bo berjewendiyên her du welatan Sûriye û Îranê naxwaze Kurd bi yek şandê beşdar bibin, ji ber wê jî pêwist e Kurd hişyar bin.

Berpirsê di TEV-DEMê de got jî, divê vexwandina wan bi navê federaliya Bakurê Sûriyê ba, ne tenê bi navê Kurd ba, ji ber ku niha rewşeke siyasî ya nû heye û beşeke mezin di destê HSDê de ye. Ew ne aliyekî lawaz in ku wek partiyekî bên vexwandin.

Hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim ragihandibû: "Ev gava Rûsya wê alîkar be ji bo mikurhatina li federaliya Bakurê Sûriyê û vexwendina PYDê ji bo wê kongeryê geveke erênî ye."

Li ser daxwaza Rûsiyayê biryar e di 18'ê vê mehê de kongreya danûstandina niştîmanî ya girêdayî awayê çareseriya kirîza Sûriyê li bajarê Sûtçî yê Rûsyayê li dar bikeve.

Fly Erbil Advertisment