Salek di ser girtina Hevserok û Parlementerên HDPê derbas dibe
Di 4ê Mijdara 2016an de digel Hevserokên HDPê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdagê, 11 parlementerên HDPê bi tohmeta endamtiya PKKê hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Di 4ê Mijdara 2016an de digel Hevserokên HDPê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdagê, 11 parlementerên HDPê bi tohmeta endamtiya PKKê hatin girtin. Piştre jî 27 parlementer di demên cuda de 67 caran hatin desteserkirin. Herwiha mafê parlementeriya 5 parlementerên HDPê ji destê wan hate standin. Niha di girtîgehên Tirkiyê de 9 parlementerên HDPê hene.
Îro 4ê Mijdarê salvegera girtina Hevserok û parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ne. Sala borî polîsên dijî terorê yên Tirkiyê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî HDPê operasyoneke berfereh pêk anîn û bi ser malên Hevserok û Parlementeran de girtin. Di encamê de digel hevserokên HDPê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag 11 parlementerên HDPê bi tohmeta endamtiya PKKyê hatin girtin.
Operasyonên li dijî HDPê bi 4ê Mijdarê bidawî nehatin. Piştre jî 27 parlementer 67 caran hatin destserkirin. Her çend hinek ji wan hatibin berdan jî niha di girtîgehê digel hevserokan 9 parlementer zindanî ne. Herwiha di nava salekê de mafê parlementeriya 5 palementerên HDPê ji destê wan hate standin kursiya HDPê ya li Parlementoyê ji 59an daket 54an.
HDP van operayonan ne wekî hikûqî, lê wekî derbeyeke siyasî binav kir. Ji ber vê yekê HDP di 20ê Sibatê de serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê da. Dadgeh jî ji Tirkiyê xwest ku derbarê doza parlementeran de heta 20ê Cotmehê parêznemeyek pêşkêş bike. Lê heta niha Tirkiye vê yekê pêk neanî û daxwaza dirêjkirina demê kir. Dadgeha Ewropayê jî heta 10 Mijdarê wext da Tirkiyê.
Girtina hevserok û parlementerên HDPê ji 20ê Gulana 2016an de diyar bû. Lewra wê rojê bi hevkariya AK-Partî, MHP û CHPê parêzbendiya parlenteran hate rakirin. Ev biryar jî rê li ber mehkemekirina Parlementerên HDPyê vekir.
Selahattîn Demîrtaş ji bo HDPê serokekî bi karîzma bû, lê salek e bêserok e. Ev mijar jî di nav HDPê de tê gengeşekirin. Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen berî niha 2 hefteyan gotibû divê ew xwe ji bo hilbijartinan amade bikin û di nav HDPê de herkes xwedî şiyana seroktiyê ye.
Piştî vê daxuyaniyê Demîrtaş jî ragihandibû, heger pêwîst bibe, ew dikare dest ji seroktiya HDPê berde. Niha di pêşiya HDPê de kongreyeke giştî heye û dê di wê kongreyê de berdewamiya serokbûna Demîrtaşî diyar bibe.