Yildirim ji bo başkirina pêwendiyan diçe Amerîka

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, bo serdaneke sê rojan, 7'ê vê mehê diçe Amerîkayê. Yildirim bi Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence re dicive di rojevê de başkirina pêwendiya aliyan û rewşa Iraq û Sûriyê heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji Serokweziriya Tirkiyê hat ragehandin, Binalî Yildirim, tevî Cîgirê Serokwezîr Mihemed Şîmşek, Wezîrê Enerjî û Wezîrê Derve serdana Amerîka bike û bi Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence re werin ba hev.

Hat diyarkirin, serdana Yildirim dê heta 10'ê mehê berdewam bike û di rojevê de, pêwendiyên siyasî, aborî û serbazî yên navbera her du welatan û rewşa Sûriyê û Iraqê hene. Her weha dawîkirina krîza vîzeyê mijareke sekeke ye û tê payîn, kêşeyên penaberan jî di serdanê de bên rojevê.

Tirkiye dixwaze, di mijarên PKK, PYD û radestkirina Fethulah Gulen de jî Amerîka hin gavan bavêje.

Hat ragehandin,  Yildirim dê li Newyork û Washingtonê bi nûnerên saziyên Cuhiyan, Misilmanan, xebatkarên medyayê re û karsaz û pîşesazan re jî civînan pêk bîne.

Fly Erbil Advertisment