Kosret Resûl : Kurdistan amade ye di çarçoweya Destûrê de diyalogê bike

Kosret Resûl tekeziyê li encamdan a gotubêjan di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, di çarçoveya Destûrê de dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kosret Resûl tekeziyê li encamdan a gotubêjan di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, di çarçoveya Destûrê de dike.

Di civînekê de digel şandek siyasî ya Wezareta derve ya Norweçê, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Kusret Resûl 'Elî behsa bûyerên vê dawiyê yên li navçeyên Kurdistanî kir. Bi taybet jî hatina Heşda Şa'bî bo wan navçeyan û awarebûn a xelkên wan deveran ber bi bajarên herêma Kurdistanê ve, ku niha di rewşek xerab de jiyanê biser dibin. Got jî, ev yek erk ek liser civaka navdewletiye jî, ku gûvaşê bixe ser hikumeta 'Iraqê, ji bo asayîkirina rewşê û karên pêwîst bike.

Di civînê her dû aliyan tekez kir ku, referandûm mafek destpêkî yê her neteweyekî ye û derbirînê li kesên civakî dike. Niha jî Kurdistan keftîye qonaxa piştî referandûmê û hikumeta herêma Kurdistanê encamên wê rawestandin e û niha merc nadeyne ku kar li ser encamên wê were kirin. Herweha her du aliyan tekezî li ser destpêkirina danûstandinan di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de kir, bi awayekî ku pêwendîya her du aliyan li ser bingeha Destûrê Iraqê be. 

 

Fly Erbil Advertisment