Welatiyên Reqayê vedigerin taxa Meşleb
Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûryeya Demokratîk ve, welatiyên taxa Meşleb vedigerin ser mal û milkên xwe.
K24 – Reqa
Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûryeya Demokratîk ve, welatiyên taxa Meşleb vedigerin ser mal û milkên xwe. Tevî wêranbûna wê taxê jî, lê welatî bi vegera xwe kêfxweş in.
Çekdarên DAIŞê ku di Adara 2013an ve derbasî Reqayê bûn û ew bajar wek paytextekê ji xwe re ragihandin. Piştî 4 salan HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî karî wî bajarî ji çekdarên DAIŞê rizgar bike.