Pîspor liser rewşa Rojhilata Navîn metirsîdar in
Aloziya di navbera Erebîstana Siûd û Îranê de ev demeke dirêj e berdewam e û bi geşedanên dawî jî derkete asteke bilindtir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî destjikarkişandina Serokwezîrê Lûbnanê û daxuyaniyên wî yên li ser Îranê û herwiha ceribandina êrîşên serbazî aloziyên di navbera Îran û Erebîstana Siûd de heyî derketine asteke bilindtir. Şîrovekarên siyasî yên Tirkiyê dibêjin di egera şerê di navbera Rîyaz û Têhranê de şer dê mezintir bibe dê belavbibe tevahiya Rojhilata Navîn. Herwiha pispor diyardikin ku, li nawçeyê ji nû ve dîzaynkirin tê amanckirin û ev yek heta demekê jî dê bikşîne.
Aloziya di navbera Erebîstana Siûd û Îranê de ev demeke dirêj e berdewam e û bi geşedanên dawî jî derkete asteke bilindtir. Bi taybet piştî dest jikarkişandina Serokwezîrê Lûbnanê Seed Harîrî herdu welatan bi awayekî aşkere yêkûdû tawanbar kirin û devjeniyek tûnd di navbera wan de berdewam e. Herwiha fişara bilind li Yemenê jî bi êrîşên serbazî xwe nîşan dide.
Geşedan li Tirkiyê jî bû mijareke sereke û ji nêz ve tê şopandin. Pisporê siyasî Huseyîn Şeyhanlioglu dibêje şer jixwe destpêkiriye û dê hêj mezin bibe hetta li nawçeyê dê "şerê fîlan" dirûstbibe.
Huseyîn Şeyhanlioglu- Akademîsyen diyarkir:
"Şereke pirr pirr mezin li hêviya me ye, yanî aniha Erebîstan heman heman parçe parçe dibe. Ev gelek baş tê xwendin û sîstema Emrîkayê jî li ser wê tê meşandin. Li Rojhilata Navîn Sykes Picot êdî heta hetayê xilas bû. Dixwazin sîstemeke nû avabikin û di wê sîstemê de jî dewletên misilmanan dibin dewletên bajaran. Wek mînak Erebîstan 5 parçe, Suriye 3 parçe Iraq her wisa. Ewan dixwazin Kurdan jî parçe parçe bikin divê em wê jî fahmbikin. Dema Haşdî Şabî êrîş li ser Kerkukê kir Emrikayê rê da, sîstem li ser wê disekine"
Ji aliyê xwe ve hevkariya Emrîkayê ya gel Erebîstana Siûd jî wekî îdîayeke sereke di medyaya cîhanî û ya Tirkiyê de tê nîqaşkirin lê belê hin pispor ne di wê baweriyê de ne.
Serokê Navenda Lêkolînên ANKASAMê Seyfettîn Erol dibêje şûnpêya Emrîkayê ji aliyê Erebîstana Sûûd ve baş nayê şîrovekirin û Riyad bi têra xwe ji Emrîkayê piştrast nîne.
Seyfettîn Erol- Serokê Navenda Lêkolînên ANKASAMê weha dinirxîne:
"Heke şereke wiha destpêbike tenê di navbera Riyad û Têhranê de namîne û di encamê de yê ku dê sûdmend derkeve jî her dîsa yek ji wan nabe. Emrîka dixwaze ku Erebîstana Siûd teşwîqî şer bike lê belê Siûd bi têra xwe ji Emrîka piştrast nî ne. Mînaka dawî jî li Kurdistanê rû da. Hêsan nîne ku li Rojhilata Navîn rêveberiyek ji Emrîkayê piştrast be."
Bi germbûna rojevê û geşedanên dawî helwesta dewletên nawçeyê jî bû cihê meraqê. Li setrenca RojhilataNavîn de çawaniya rola dewletên pêwendîdar yekem mijar e ku tê nîqaşkirin. Herwiha serdana Serokkamarê Tirkiyê ya bo Qetar û Kuweytê jî di wê çarçoveyê de tê nirxandin.