ENKS: Divê di roja cîhanî ya mafên mirovan de girtiyên siyasî bihata azadkirin
Bi boneya roja cîhanî ya mafê mirovan ku di roja 10 meha Berçile de sala 1948an de bi şêweyekî fermî ji aliyêNetewên Yekgirtî ve hatiye destnîşankirin, komeleya mafê mirovan ya Cizîrê mangirtinek li pêş avahiya Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo lidar xistin û bang li raya giştî ya cîhanî kirin ku binpêkirinên mafê mirovan li deverê bêne rawestandin.
K24 – Qamişlo

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cuma ji K24ê re got: “Helbet binpêkirin tên kirin, em jî çi binpêkirinên tê kirin li cem xwe belge dikin, heta ji me tê jî em daxwaza parastina mafan dikin, çi yên zarokan, jinan û giştî bin.”
Ji aliyê xwe ve, endamê Komîta Yasayî ya ENKSê Ridwan Sîdo jî got: “Em bi hêvî bû ku di vê roja cîhanî ya mafên mirovan de, sazî û komeleyên mafên mirovan fişar li desthilata Rojava kiribana, ji bo girtiyên siyasî yên ENKSê serbest berdabana û ofîsên me vekirina û dûrî siyasetê bin û di rûyê binpêkirinan de rawestana heger ji kîjan alî be.”
Li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî ji destpêka kirîza Sûriyê ve, bi dehan komele û saziyên mafên mirovan jibo belgekekirin û berevaniya di ber kêsên binpêkirinê de hatine damezrandin, lê piraniya wan ti danpêdanên navdewletî bi wan nehatine kirin.