Welatiyên Reqayê ji ber paşmayên DAIŞê nikarin vegerin

Mayinên DAIŞê li pêş vegera welatiyên Reqayê dibin asteng, di hindir qurbaniyên di encama teqîna mayinan de, Rêxistina Rojava di tevgerê de ye ku deverê ji mayînan pak bikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cb5dfbcc-e889-400a-8fff-c13d4a75e7db/reqqa.ism/manifest

 

K24 – Reqa
Mayinên DAIŞê li pêş vegera welatiyên Reqayê dibin asteng, di hindir qurbaniyên di encama teqîna mayinan de, Rêxistina Rojava di tevgerê de ye ku deverê ji mayînan pak bikin. 

Welatiyên bajarê Reqayê ji ber hebûna mayîn û paşmayên DAIŞê di tax û malan de ditirsin vegera malên xwe. Welatî diyar dikin ku DAIŞê di her deverê de mayîn çandine bi teybet jî di hindir malan û li paş deriyan, ji ber vê yekê rojane qurbanî çê dibin.

Rêxistina Rojava ya rakirina mayînan diyar dike, ku rojane bi dehan mayînan ji taxên reqayê radikin. Lê ew rastî gekek astengiyan tên. Tekez dikin jî, vegera welatiyan di vê demê de li pêş karê wan dibe asteng, herwiha jiyana xwe dixin metirsiyê.

Ta niha nêzî 50 welatiyan canên xwe bi sedema teqîna mayînan di jidest dane.