TEV-DEM: Gava Amerîkî danpêdaneke dîplomasî ye
Berpirsên sîstema federaliya Bakurê Sûriyê dibêjin, ev gavek ber bi danpêdaneke diplomasî ji alî hikûmeta Amerîkayê ve ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hin rayedarên Amerîkî ragihandin, dê hin kesayetên pilebilind li bi fermandarên leşkerî re bişîne devera rojhilatê çemê Ferêt ku dibin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne. Berpirsên sîstema federaliya Bakurê Sûriyê dibêjin, ev gavek ber bi danpêdaneke diplomasî ji alî hikûmeta Amerîkayê ve ye.
Di dawî pêşhatên li Sûriyê pêşbîn e Amerîkayê hin gavên balkêş derbarê paşeroja Sûriyê de bavêje, nemaze piştî daxuyaniyên Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka James Mattis ku Waşinton dê hin karmendên diplomasî bişîne devera rojhilatê çemê Ferêt ya di bin kontrola HSD de ne û dê alîkariya avakirina deverê bike.
Berpirsên sîstema federaliya Bakurê Sûriyê dibînin ku ev jî encama serkeftinên ku ji alî HSDê ve hatine bi destxistin e.
Serkirdê di TEV-DEMê de Ebdulselam Ehmed li ser vê mijarê ji K24ê re got: “Rûsiya û Amerîka karê xwe li herêmê dikin û herdu welat jî berjewendiyên wan li deverê hene û herdu alî jî hewldanan dikin berjewendiyên xwe bi parêzin. Gavên ku li rojhilatê çemê Ferêt û herêma federaliya Bakurê Sûriyê têne avêtin, ber bi danpêdaneke siyasî û diplomasî de diçin.”
Hin çavdêrên siyasî dibêjin ku avakirina encûmenên xwecihî li deverên rizgarkirî herweha piştgiriya hin welatên herêmî û navdewletî ji hêzên ku li ser xaka Sûriyê ne re, rewşeke demkî ye, ji ber wê jî her aliyek hewldanan dike ku hebûna xwe li ser xaka Sûriyê xurtir bike.
şîrovekarê siyasî Ferîd Sadûn dibêje: “Ta niha ti proje ji çareserkirina qeyrana Sûriyê re nehatiye danîn, ji ber wê jî her aliyek dixwaze di pêşerojê de kaxezên xwe yên bihêz di bazara siyasî de pêşkêş bike. Li Sûriyê Rûsiya deverek ji xwe re girtiye, wiha jî Urdun, Israîl û Siûdiya û Imarata Erebî jî cih girtine. Herweha Amerîka jî piştgiriya vê deverê dike, ta berjewendiyên wê pêk bên.”
Hin şopîner dibînin ku şandina Amerîka ji hin kesên diplomasî li bi fermandarên leşkerî re û rahênankirina HSDê li deverê herweha dabînkirina parastinê ji wan hêzan re, dê bibe gevek ku Amerîka danpêdaneke diplomasî bi devera rojhilatê çemê Ferêt bike.