15 Gundên Elezîzê qedexe ta salekê hat ragihandin

15 Gundên bajarê Elezîzê heta salekê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

15 Gundên bajarê Elezîzê heta salekê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

Derbarê mijarê de Parêzgeriya Elezîzê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ko di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 4 navçeyên wekî Alacakaya, Aricak, Kop û Paloyê 15 gund wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin.

Li gor daxuyaniya Parêzgeriyê heta salekê serdana herêmên ewle qedexe ye û divê welatî pabendî vê hişyariyê bibin.

 

Fly Erbil Advertisment