YPG red dike artêşa Tirkiyê navçeya Bilbilê kontrol kiribe
Medyaya Tirkiyê radighîne, Artêşa Tirkiyê navçeya Bilbilê li Efrînê kontrol kiriye û YPGê vê yekê red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Medyaya Tirkiyê radighîne, Artêşa Tirkiyê navçeya Bilbilê li Efrînê kontrol kiriye û YPGê vê yekê red dike.
Ajansa “Anadolu” a Tirkiyê îro belav kir, Artêşa Tirkiyê navenda navçeya Bilbilê li Efrînê ji destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derxistiye.
Ji aliyê xwe ve jî, Peyvdarê Yekîneyên Parastina gel YPGê li Efrînê Birûsik Hesekê ji K24 re ev nûçe red kir û got, ev nûçe bê bingeh e. da zanîn jî, şer li wê deverê berdewam e.
Ji 20ê meha derbasbûyî ve, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên Sûriyê operasyoneke leşkerî li dijî bajarê Efrînê destpêkirine. Îro jî Navenda Ragihandina HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Tirkiyê ti pêşketineke berçav li herêma Efrînê nekirin.
Ji aliyê xwe ve, îro Rêveberiya Nexweşxaneyên Efrînê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji destpêka êrîşa artêşa li ser li Efrînê ve, 104 welatiyên sivîl şehîd bûne û 156 welatiyên sivîl jî birîndar bûne, ku di nava wan zarok, jin û kesên temen mezin jî hebûn.