Li Licê 4 gerîlayên PKKê canê xwe jidest dan û 13 kes jî hatin girtin

Parêzgariya Diyarbekirê: Di nav kuştiyan de, berpirsekî bi navê Eylûl Erxenî heye, ku di lîsta daxwazkiriyên wezareta navxwe de bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin, ku li navçeya Licê ya ser bi Diyarbekrê ve, çar gerîlayên PKK hatin kuştin û sêzde kes jî hatin girtin.

Parêzgariya Diyarbekirê ragihand: "Li gorî zanyariyên hewalgirî li ser hebûna gerîlayên PKKê, me operasyonek encam da û tîmên me karîn çar gerîlayan bikujin''.

Herweha eşkere kir, ku di nav kuştiyan de, berpirsekî bi navê Eylûl Erxenî heye, ku di lîsta daxwazkiriyên wezareta navxwe de bû.

Piştî bi dawîhatina wê operasyonê, hêzên polîsan li heman navçeyê, sêzde kes desteser kirin, ku heft ji wan jin in.