Serokwezîrê Tirkiyê serdana Kilisê dike

Biryar e Bînalî Yildirim di çarçoveya serdana xwe de, serdana serbazên Tirkiyê bike, yên ku di operasyona (Şaxê Zeytûnê) de beşdar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serowezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim îro serdana bajarê Kilisê yê li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê dike.

Biryar e Bînalî Yildirim di çarçoveya serdana xwe de, serdana serbazên Tirkiyê bike, yên ku di operasyona (Şaxê Zeytûnê) de beşdar bûne. Herweha wê serdana wan kesan bike, ku di encama êrîşên mûşekî de birîndar bûne.

Duh li bajarê Kilisê, serbazek di encama êrîşeke de hatibû kuştin.

Ji roja 20ê meha derbasbûyî ve, artêşa Tirkiyê li gel hin girûpên bi navê (Artêşa Azad) dest bi operasyona serbazî ya bi navê (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê kirin.

Li gorî gotina serfermandariya artêşa Tirkiyê, îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku heya niha tenê 13 serbazên wan hatine kuştin û 57 serbazên din jî birîndar bûne.

Fly Erbil Advertisment