Berpirsekî Îranî: Me Sedam Hisên bidar vekir
Rehîm Pûr Ezgidî: Komara Islamî ya Îranê piştevaniya bidarvekirina Sedam Hisên kir, piştî ku Amerîkiyan bizav kirin ku parastina wî bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî ku berpirsekî Îranî ragihand, ku wan Sedam Hisên bidar vekiriye, di nav kolana Iraqî de gellek karvedan çêbûn, kesatiyeke siyasî Iraqî daxwaz kir ku "Sînorek ji bo şikandina serweriya Iraqê ji aliyê Îranê ve bê danîn".
Serkirde di Bereya Iraqê de Ji Bo Diyaloga Niştimanî Heyder Mele ragihand, ku ew bi tundî daxuyaniyên wî berpirsê Îranî şermezar dikin û daxwazê li wezareta derve ya Iraqê dikin helwesteke zelal beramberî wan binpêkirinan bide xuyakirin, ku ziyanê li serweriya Iraqê dikin".
Heyder Mele ji malpera (Someriye News) re got: "Iraq ne beşek e ji siyaseta taifî ye, ku Îran dixwaze li navçeyê bimeşîne û bi riya wê dixwaze impratoriya xwe ya berê ava bike".
Mele got: "Divê Taran ji wê rastiyê fêm bike, ku siyaseta hinardekirina kirîzan ji bo derve, wê bandorekê xirab li Îranê bi xwe bike, di demekê de ku civaka navdewletî hestpê kiriye, ku siyaseta firehxwazî ya Îranê li ser hesabê ewlehî û aramiya navçeyê ye, vê yekê jî di Konfiransê Munich yê Ewlehiya Navdeletî de deng veda".
Berî niha endamê Encûmena Rewşenbîrî ya Şoreşa Komara Islamî ya Îranê Rehîm Pûr Ezgidî, ji kenala (Ufuq)ya Îranî re ragihandibû ku "Komara Islamî ya Îranê piştevaniya bidarvekirina Sedam Hisên kir, piştî ku Amerîkiyan bizav kirin ku parastina wî bikin".