Tirkiye cendirme û polîsan dişîne Efrînê

Artêşa Tirkiyê operasyona xwe ya leşkerî li dijî Efrînê berfereh dike û tîmên taybet ên polîs û cendirme jî beşdarî operasyonê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê operasyona xwe ya leşkerî li dijî Efrînê berfereh dike û tîmên taybet ên polîs û cendirme jî beşdarî operasyonê dike.

Artêşa Tirkiyê tîmên taybet ên Cendirme û polîs bi hevkariya ligel Wezareta Navxwe ya Tirkiyê şandin navçeyên Efrînê. Hat ragihandin, erkê parastina gund û deverên Efrînê yên kontrolkirî bi wan hêzan hatiye spartin.

Li gor medyaya Tirkiyê, tîmên Cendirme û polîs li bajarokê Îslehiyê yê Bakurê Kurdistanê kom bûne û ber bi gund û navçeyên Efrînê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê ve kontrolkirî birê ketine.

Hat zanîn, ji bo rêgirtin li karên diziyê û parastina ewlehiyê ew hêz diçin deverên Efrînê û di dema pêwîst be jî ewê beşdarî şer û pevçûnan jî bibin.

Ji aliyekî din ve, bi armanca piştevaniya li operasyona li dijî Efrînê, artêşa Tirkiyê îro hejmarek din ji tank û zirîpoşan berve Efrînê birê kirine.

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 38emîn de berdewam e, îro jî artêşa Tirkiyê êrîşeke berfireh li ser bajarokê Cindirês kir, lê şervanên YPG û YPJ berevaniyeke dijwar kirin û êrîş têk birin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment