HSDê 3500 leşker bi navê “Bexwedana Efrînê” amade kir

Xuleya ku bi navê “Berxwedana Efrînê” hate bi navkirin, cara yekemîn e ku hijmareke mezin ku gihişt 3 hezar û 500 leşker li xwe girt. Li gorî fermandarên HSDê egere di paşerojê de ev hêz bibe bingeha avakirina hêzeke niştimanî li ser asta tevahiya Sûriyê.

 

K24 – Qamişlo

Xuleya ku bi navê “Berxwedana Efrînê” hate bi navkirin, cara yekemîn e ku hijmareke mezin ku gihişt 3 hezar û 500 leşker li xwe girt. Li gorî fermandarên HSDê egere di paşerojê de ev hêz bibe bingeha avakirina hêzeke niştimanî li ser asta tevahiya Sûriyê.

31 yekemîn xuleya Hêzên Xweparastinê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî perwerdeya 45 rojan bi dawî hat. Xuleya navbûrî ku bi navê berxwedana Efrînê hate bi navkirin cara yekemîn e hijmareke mezin ku gihişte 3500 leşkerî û li ser çekên sivik û giran hatine rahênankirin derçû.

Fermandarên hêza navbûrî dibêjin, egere ev hêz bibe bingeha avakirina artêşekê ji tevahiya pêkhatên Sûriyê re û dê tu metirsiyan ji welatên cîranan re çê neke.

Rêvebirê Giştî yê Erkê Xweparastinê li Bakurê Sûriyê Siyamend Welat ji K24ê re li ser xuleya Berxwedana Efrînê wiha axivî: “Niha roj bi roj hejmara hêzên me zêde dibin. Berê hejmara bi sedan bûn, lê niha bûne bi hezaran. Xuleya 31emîn hejmara leşkerên wê 3500 leşker e. Armanca me ew e di rojên pêş de her xuleyek bibe 5 hezar leşker, ji bo prastina sînor û bajaran bike û bibe hêzek ji Bakurê Sûriyê ye.”

Li gorî fermandarên HSDê hejmara leşkerên derçûyî ji destpêka avakirina Erkê Xweparastinê li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê gihiştiye zêdeyî 15 hezar leşkerî û eger e di paşerojê de hejmara wan bigihêje 35 hezaran. Ew hêz jî ji hemû pêkhatên deverê ji Kurd, Ereb, Aşûrî û tevahiya pêkhateyên din pêk tê.

Ji ber şerê li dijî DAIŞê û kêmbûna hejmara hêza YPG/YPJ di wê demê de, biryara hate standin ku hêza Erkê Xweparstinê bête avakirin û di 1 meha Mijdara 2014an de bi şêweyekî fermî ev hêz hate ragihandin. Egereke mezin heye, ku bibe bingeha avakirina hêzeke niştimanî di paşerojê de.

 

Fly Erbil Advertisment