Li Qersê 13 dijberên operasyona Efrînê hatin desteserkirin

Serdozgeriya Komarî ya Qersê, derbarê 13 kesên ku bi riya torên civakî serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoganî bêrûmet kirine û li dijî operasyona Efrînê derketine, biryara girtinê derxist.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Qersê 13 kesên ku li dijî operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê nerazîbûn nîşan dane, ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Qersê, derbarê 13 kesên ku bi riya torên civakî serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoganî bêrûmet kirine û li dijî operasyona Efrînê derketine, biryara girtinê derxist.

Li gorî wê biryarê, hêzên ewlehiya Tirkiyê li Qersê, dest bi operasyoneke berfireh kirin û ew kesana destser kirin û lêpirsîn li gel wan li avahiya Asayişa Qersê destpê kiriye.

Ji destpêka operasyona Efrînê ve û heya niha nêzîkî hezar kes bi tometa ku li ser torên civakî li dijî operasyonê nerazîbûn nîşan dane hatine girtin.

N.O

Fly Erbil Advertisment