YNK biryarekê bilez derbarê kongirê xwe dide

Hêro Ibrahîm Ehmed û Adil Murad, li ser wê yekê rêketin ku sibe Encûmena Navendî ya YNKê biryara lidarxistina kongirê çarem yê YNKê bide.

K24 - Navenda Nûçeyan

Tevî ku heya niha baskên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê negihiştine biryareke hevbeş ji bo lidarxistina kongir, lê endama polîtbîroya YNKê Hêro Ibrahîm Ehmed û sikirtêrê Encûmena Navendî ya YNK Adil Murad, li ser wê yekê rêketin ku sibe Encûmena Navendî ya YNKê biryara lidarxistina kongirê çarem yê YNKê bide.

Cîgirê Sikirtêrê Encûmena Nawendî ya YNK Zubêr Cola, li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsiye: "Di civîna sikirtariya Encûmena Navendî û Hêro Ibrahîm Ehmed de, roja Şemiyê 3 vê mehê li mala Mam Celal, me biryar da, ku roja 5/3/2018an civîna fireh ya Encûmena Navendî bê lidarxistin û biryara girêdana kongirê YNK bê dayin, ku berî hilbijartinên Perlemana Iraqê bê lidarxistin".

Ev yek di demekê de ye, piştî ku Hêro Ibrahîm Ehmed, peyamek ji cîgirê yekem yê sikirtêrê YNKê Kosret Resûl Elî re şand û ew wek astengiyekê li pêşiya girêdana kongirê YNKê binav kir, Kosret Resûl jî ji aliyê xwe bersiva wê da û çendîn rexne li Hêro Ibrahîm Ehmed û malbata Talebanî kir, hefteya derbasbûyî dûrî çavên mîdyakaran, serkirdeyên YNK ji bo nehiştina nakokiyan lihev civiyan, lê ti encam ji civîna wan nebû.

Piştî koça dawî ya sikirtêrê giştî yê YNK Mam Celal, kêşeyên navxweyî yên wê partiyê berfirehtir bûn, cîgirê diwem yê sikirtêrê giştî Berhem Salih û hejmarek ji endamanên polîtbîroyê û serkirde û berpirsên YNK dest jikar kişandin û partiyeke nû ragihandin.

N.O

Fly Erbil Advertisment