HSD: Tirkiye sivîlan dike armanc, ne em
HSD: Tirkiyê di operasyona xwe de li Efrînê, sivîlan armanc dike û ew bixwe jî sivîlên li navçeya Kilîsê topbaran dike û piştre şervanên me bi wî karî tometbar dike.

K24 - Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) di bersiva rapora Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî de raghand, di operasyona Efrînê de şervanên wan ti carî sivîl ne kirine armanc û Tirkiyê bixwe sivîlên li Kilîsê topbaran dike.
Nivîsingeha yasayî ya Hêzên Sûrya Demokrat di daxuyaniyekê de diyar kir, ku artêşa Tirkiyê di operasyona xwe de li Efrînê, sivîlan armanc dike û ew bixwe jî sivîlên li navçeya Kilîsê topbaran dike û piştre şervanên me bi wî karî tometbar dike.
HSD di wê daxuyaniyê de, bersiva Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî (Amnesty) da û got: "Tiştên di rapora Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî de hatiye nerast in û ew rapor li ser gotinên kesekî hatiye amadekirin, ku texmîn kiriye mûşek ji Efrînê ber bi Kilîsê ve hatine avêtin".
Herwiha HSD daxwaz ji wê rêxistinê kiriye ku, çavdêriya karê Tirkiyê û binpêkirinên wê ji yasayên navdewletî re bike li şûna amadekirina raporan li ser bingeha texmînan û gotinên dîdevanên ku propagandeyê ji Tirkiyê re dikin.
Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî (Amnesty) di rapora xwe ya salane de, herdu aliyên şer li Efrînê tometbar kir, ku sivîlan armanc dikin û di nav raporê de gotinên hin dîdevanên Ezazê hatiye, ku YPG û HSD ji Efrînê mûşekên Katyoşa avêtine Ezazê yek ji wan mûşekan li nexweşxaneyekê ketiye û di encamê de jineke nexweş jiyana xwe jidest daye û 13 jinên din yên nexweş birîndar bûne û rewşa 2 jinan ji wan di metisiyê de ye.
N.O