Oldarên Rojava fetwa êrîşa li ser Efrînê şermezar dikin
Yekîtiya Zaniyarên Misilmanan li bajarê Qamişlo derbarê fetweya ku ji Encûmena Islamî ya Sûriyayê ve derketiye ya piştgiriya operasyona leşkerî li dijî Efrînê dike, meşeke bêdeng bi rê ve bir.
K24 – Qamişlo
Yekîtiya Zaniyarên Misilmanan li bajarê Qamişlo derbarê fetweya ku ji Encûmena Islamî ya Sûriyayê ve derketiye ya piştgiriya operasyona leşkerî li dijî Efrînê dike, meşeke bêdeng bi rê ve bir û bêdengiya tevahiya cîhanê û bi taybetî welatên misilman şermezar kirin.
128 zanyarên misilmanên Sûriyê ku li Tirkiyê dijîn, dibin navê Encûmena Islamî ya Sûriyê de fetweyeke piştgiriyê ji operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên Sûriyê li dijî Efrînê derxistin.
Yekîtiya Oldarên Bakurê Sûriyê û derbarê vê fetweyê meşeke bêdeng li bajarê Qamişlo bi rê ve bir û nerazîbûna xwe ji vê fetweyê re nîşan da. Herwiha di daxuyaniyekê de helwesta Encûmena Islamî ya Sûriyê şermezar kirin.
Cîgirê Serokê Yekîtiya Oldarên Bakurê Sûriyê Ebdulrehman Bedirxan ji K24ê re got: “Em ji wan kesan re dibêjin, yên bi fetwaya Meclîsa Mislimanên Sûriyê derbasî hundirê Efrînê bûne re dibêjin, xwazî ew fetwa we li dijî hinek din bana, li dijî kesên ku kuştina we helal kirin û Sûriye bi tevahî talan kirin û kevirek li ser kevirekî nehîştin, lê em gelekî dilşên ku bi rengeke milismantî li dijî miletekî milisman derket.”
Ji aliyekî din ve, oldarên deverê anîn ziman ku kuştina sivîlan û armanckirina deverên olî û dîrokî ne ji kiryar û rewiştên kesên misilman in. Herweha piştgiriya wan oldarên ku li ser sînor bi cil û bergên leşkerî li kêleka leşkerên Tirkan sekinîne û hêviya serkeftinê ji wan re xwestine bi neyênî nirxandin.
Hevserokê Yekîtiya Oldarên Herêma Cizîrê Mihemed Mele Reşîd Xerzanî jî dibêje: “Dema zanayek bê ser sînor û dua ji leşkerekî stemkar û dixwaze dagîrkiriyê re bike li dijî miletekî ewle, miletekî di gund, bajar û darên xwe yên zeytûnan de û xwîn û malên wan li xwe helal bikin, ev ne karê zanayan e, karê zanayan çaksaziya di nava xelkê de ye.
45 roj li ser operasyona leşkerî li dijî Efrînê qediyan û li gorî jêderên mafên mirovan piraniya qurbaniyan kesên sivîl in û herwiha deverên olî jî tên wêrankirina, lê ta roja îro bêdengiyeke giştî ji alî hemû welat û olên cîhanê ve derbarê qirkirina xelkên Efrînê berdewam heye.