Bêtirî 100 hezar kes bi sedema şerê Efrînê mişext bûne

Desteya Karûbarên Civakî li Efrînê: Ji destpêka şerê Efrînê ve û heya niha, bêtirî 150 hezar kes ji sînorên pênc bajarokan ve, mişext bûne û di rewşeke xirab de dijîn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi sedema êrîşên artêşa Tirkiyê li devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bêtirî 100 hezar welatiyên sivîl ji gundên ser sînor mişext bûne û ji ber nebûna kempan, bi naçarî di xwendingehan de hatine bicihkirin.

Bi sedema kêmiya keresteyên xwarinê û pêdiviyên tendirustî, xelkê Efrînê û malbatên ku mişext bûne, di rewşeke xirab de dijîn.

Gulê, jineke xelkê bajarokê Bilbilê ye û yek ji wan mişextan e, ku bi sedema bordûmanê ji mala xwe reviya ye û ji ber nebûna kampan, li nav xwendingehekê dijî, ew jin ji K24ê re dibêje: "Dema ku devera me bi tundî ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hat bordûmankirin, em neçar bûn ji malên xwe derkevin û em nema karin di vê demê de vegerin".

Ji aliyê xwe ve, seroka Desteya Karûbarên Civakî li Efrînê Erîfe Bekir ji Kurdistan24ê re got: "Ji destpêka şerê Efrînê ve û heya niha, bêtirî 150 hezar kes ji sînorên pênc bajarokan ve, mişext bûne û di rewşeke xirab de dijîn, niha jî em bizavan dikin daku kampekê ji mişextan re vekin".

Operasyona artêşa Tirkiyê ya bi navê (Şaxê Zeytûnê) ket roja xwe ya 47an de û heya niha, hêzên Tirkiyê bi dehan gundên Efrînê dagîr kirine û li gorî dawîn pêşhatên şer heya niha çend bajarokek jî ketiye destê hêzên Tirkiyê de, vê yekê jî hiştiye ku hejmara mişextan roj biroj zêde bibe.

N.O

Fly Erbil Advertisment