“Ragihandina Erebî û Navnetewî bi erkên xwe li hember Efrînê ranabin”

Derbarê bêdengiya hin saziyên ragihandina Erebî û navnetewî ji operasyona leşkerî li dijî Efrînê û bi taybetî armanckirina sivîlan û deverên dîrokî, rojnemevanên Kurd li bajarê Amûdê mangirtinek lidar xistin. Li gorî komîta amadekar, li Efrînê komkujî li ser kesên sivîl têne kirin û veguhestina van binpêkirinan ji aliyê rojnemegeriya navnetewî ve ne di asta pêwîst deye.

K24 – Amûde

Rojnemevan dibînin ku gelek saziyên ragihandinê girêdayî hin aliyan in û li gorî berjewendiyên hin welatan kar dikin. Amaje bi wê yekê jî dikin ku topbarana li ser Xûtaya Şamê ji raya giştî re vediguhêzin, lê derbarê topbarana li ser Efrînê û xelkên wê de bêdeng in.

Mangirtina rojnemevanan li cihê sînemeya Amûdê hate lidar xistin û li gorî komîta amadekar armanca wan ew e ku balê bikşînin ser armanckirina zarokan ji ber ku qurbaniyên sînemê tev de zarok bûn û piraniya qurbaniyên ku li Efrînê jî têne kuştin zarok in.