Serok Barzanî: Deweta Iraqê berpirsê komkujiya Helebçeyê ye
Serok Mesûd Barzanî bi boneya 30emîn salvegera tawana kîmyabaraba bajarê Helebçe ragihand, dewleta Iraqê di ber komkujiya li wî bajarê berpirs e.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî bi boneya 30emîn salvegera tawana kîmyabaraba bajarê Helebçe ragihand, dewleta Iraqê di ber komkujiya li wî bajarê berpirs e.
Serok Barzanî li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” peyamek belav kir û tê de hat: “Îro di demekê de hîna êş û azarên gelê Kurdistanê berdewam in, komkujiya Helebçe bibîr tînin, ji dil ve peyama hevsoziyê ji wan malbat û xweşewîstan ku ji ber bombebarana kîmawî li Helebçe şehîd bûn derdibirînim. Ev bone û bîranîna biêş her di dil û derûniya me de dimîne.”
Serok Barzanî nivîsie: “Her çiqas niha partiya Beis di desthilatê nemaye jî, lê ew tawan di bin banê dewleta Iraqê de pêk hat. Ji ber vê yekê dewleta Iraqê berpirsyarê vê komkujiyê ye.”
Îro 30 sal bi ser tawana kîmyabarana bajarê Helebçe û derdora wî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve derbas dibe û ta niha qurbaniyên wê komkujiyê nehatine qerebokirin.
S. B