Tirkiye: Efrîn radestî xelkê wê dibe
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag radigihîne, ew li Efrînê namînin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag radigihîne, ew li Efrînê namînin.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag ji rojnamevanan re ragihand, ew di Efrînê de namînin û dê jiyanê li bajêr wek berê vegerînin û piştre rêveberiya wê radestî xelkê wê yê rastî bikin.
Di heman demê de jî Bekir Bozdag got, hîna karê wan li Efrînê bidawî nebûye.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê aşkere kir jî, wan piraniya çekên ku Amerîka ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re şandibûn desteser kirine.
Nêzîkî du mehan e artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi êrîşa li ser Efrînê kirine, duh 18 Adarê jî hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê derbasî nava bajarê Efrînê bûn.
Li gor zanyariyên ji nava Efrînê jî, duh piştî girtina bajêr, çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi dizî û talankirina mal û samanên xelkê sivîl kirin.
Ji berê vê êrîşê û li gor amarên hatine ragihand, ku ta niha nêzîkî 280 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 680 welatiyên din jî birîndar bûne. Herwiha zêdetir ji 150 hezar welatiyên sivîl ji Efrînê koçber bûne.
S. B