Ahmet Turk: Li kû derê Kurdek hebe êrîş lê tê kirin

Li Stenbolê foruma "Kêşeya Kurd û Polîtîkaya Hiqûqa Tecrîtê" bi rê ve çû. Ahmet Turkê ku di forûmê de axivî diyar kir, di hemû darbeyan de Kurd tên armanckirin û li kû dera dinyayê Kurdek hebe êrîşê dibin serê; Wek Efrîn û Minbêçê. Delwet divê ji polîtîkayên ewlekariyê berde, ev yek ne li fêydeya ti gelan e.

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê foruma "Kêşeya Kurd û Polîtîkaya Hiqûqa Tecrîtê" bi rê ve çû. Ahmet Turkê ku di forûmê de axivî diyar kir, di hemû darbeyan de Kurd tên armanckirin û li kû dera dinyayê Kurdek hebe êrîşê dibin serê; Wek Efrîn û Minbicê. Delwet divê ji polîtîkayên ewlekariyê berde, ev yek ne li fêydeya ti gelan e.

Ji aliyê Ofîsa Hiqûqa Asrin ya Abdullah Ocalan ve di derbarê "Kêşeya Kurd û Polîtîkaya Hiqûqa Tecrîtê" de li Taksîma Stenbolê li Otela Elît Wordê forumek hate lidarxistin. Di Forûmê de Ahmet Turk, Akin Birdal, Ayhan Bilgen, Sirri Sakik, Mir Dengir Firat, Sirri Sureyya Onder, Meral Daniş Beştaş, Serokê ÎHDê Ozturk Turkdogan, Serokê KONDAyê Bekîr Agirdir û gelek nûnerên paretiyên siyasî û saziyên medenî tê de beşdarî kirin. Di axaftina destêpkê de Ahmet Turk diyar kir, bi rêya biryarnameyên Rewşa Awarte civak ajotine nava trawmayê û zêdetirî nivê civaka Tirkiyê jî hatiye tecrîtkirin. Turk, di heman demê da zanîn, çi dema ku dengê azadî û demokrasiyê bilind dibe dewlet li dijî Kurdan polîtîkaya terbiyekirinê karîker dike.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk got: "Li ser Birêz Ocalan û civakê polîtîkaya tecrîtê tê meşandin. Wek berê îro jî di darbeyan de Kurd têne armanckirin. Kengî dengê azadî û demokrasiyê bilind bibe dewlet berê xwe dide polîtîkayên terbiyekirina Kurdan. Polîtîkayên çewsandin û ewlekariyê feydeyê nade ti gelan. Em hewl didin ku bidin nîşan prosesa demokratîk dikare careke din dest pê bike."   

Parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder, li ser "Derfetên Çareseriyê û Pêwendiya Mekanîka Darbeyê ya bi Kêşeya Kurd re" rawestiya û got; Wek Şandeya Îmraliyê me di 30ê Sermaweza 2014an de behsa darbeyê kir, lê herkesî em rexnekirin û guh nedan me. Parêzerê Abdullah Ocalan Ozgur Erol jî diyar kir, rêbaza tecrîtê di ser Îmraliyê re destpêkiriye bi rêya yaseyeke taybet û ev yek li hemû Kurdan û hemû komên muxalîf hatiye karîgerkirin.

Parêzerê Abdullah Ocalan Ozgur Erol got: "Ji bo Îmraliyê di 15 salan de tenê radiyoyek hatiye dayîn. Rojname jî rojane têne sansûrkirin. Heta niha 250 roj sizayê hucreyê danê û ev sê sal in tenê sê pirtûk hene li ber destê birêz Ocalan. Hiqûqeke di ser Rewşa Awarte re tê jiyandin. Hemû yaseyên ku tên derxistin pêşî di testa Îmraliyê re derbas dibin. Ji sala 2011an ve çûyîna Îmraliyê li parêzeran hatiye qedexekirin bi biryareke îdarî. Hemû dinya jî vê zordestiya li dij Kurdan û ya Îmraliyê temaşe dike."

Serokê ÎHDê Ozturk Turkdogan, di axaftina xwe ragihad divê grava Îmraliyê bê girtin. Hemû binpêkirinên mafên mirovan bi neçareseriya Kêşeya Kurd ve têkîldar in. Akin Bîral jî, rexne li kiryarên Rewşa Awarte girtin û diyar kir, heta kêşeya Kurd neyê çareserkirin wê aştî, demokrasî, edalet, wekhevî û azadî neyê Tirkiyê. 

 

Fly Erbil Advertisment