Berpirsekî êrîşa 11 Êlûnê li ser Amerîka di destê YPGê de ye
Zemar piştî êrîşê Êlûnê hat girtin û ji ber ku ew kesekî Sûrî ye, di sala 2002an de, ji bo Hikûmeta Sûryê hat radestkirin û piştre Hikûmetê ew berda û tevlî DAIŞê bû

K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî rojnameya Bielda ya Almanî, Mihemed Zemar ku yek ji rêxerên êrîşa 11 Êlûna sala 2001ê ya li ser Amerîka bû, niha li Rojavayê Kurdistanê, di zindaneke YPGê de ye.
Wî rojnemeyê di manşêta xwe de nivîsiye, ku cîhadiyê Almanî di zindana Kurdan de ye.
Mihemed Zemar ew bixwe Sûrî ye û regeznameya Almanî jî pêre heye û di rêxistiya El-Qa'îde de, li bajarê Hamburg yê Almanya kar dikir û yek ji serkirdeyên El-Qa'îde yên ku pilana êrîşa 11 Êlûnê li dijê Amerîka danîbû.
Zemar piştî wê êrîşê hat girtin û ji ber ku ew kesekî Sûrî ye, di sala 2002an de, ji bo Hikûmeta Sûryê hat radestkirin.
Piştî ku ji zindanên Hikûmeta Sûryê hat berdan, di sala 2013an de, tevlî DAIŞê bû.
N.O