Kenaleke Rûsî: Zarok beramberî xwarinê weke belgeya kîmyabaranê hatin bikaranîn
Rûsya24: Ew zarok hat neçarkirin ku di wê girte vîdyoyê de derkeve û ti belge li ber destên rojnamevanên Amerîkî tine ne.

K24 - Navenda Nûçeyan
Hesen Diyab, zarokekî Sûrî ye û li nexweşxaneyeke bajarê Dûma yê Xûteya Rojhilat wek qurbaniyê çekên kîmawî derdikeve, lê li gorî kenala Rûsya24, wî zarokî behsa hûrkariyên girte vîdyoya xwe kiriye û di sînaryoyê de hatiye beşdarkirin daku weke qurbaniyekî çekên kîmawî li Dûma derkeve. Herwiha kenala Rûsî girûpa bi navê "Xwediyên Kumên Sipî" tometbar dike ku wan ew sînaryo danîne.
Li gorî kenala Rûsî, Diyab gotiye: "Em li nav asêgehekê bûn, diya min got, îro tişt tine ye em bixun û sibe dibe ku tiştek hebe em bixun. Wê demê ji kolanê dengê hewarekê hat digot "Ber bi nexweşxaneyê ve birevin" em jî reviyan, dema em gihiştin nexweşxaneyê, yekî av li ser riwê me kir û em li ser qeryoleyekî li tenişt çend kesên din danîn".
Peyamnêrê wê kenalê li Sûrya got: "Ew zarok hat neçarkirin ku di wê girte vîdyoyê de derkeve û ti belge li ber destên rojnamevanên Amerîkî tine ne ku çekên kîmawî li Dûma hatine bikaranîn".
Herwiha ew Peyamnêr dibêje: "Tişt ji bo xwarinê li cem wî zarokî nebû, lê birinc û xurme û kêk dan wî zarokî, daku wî qayil bikin ku beşdariyê di wênegirtinê de bike".
Li gorî kenala Rûsî, bavê wî zarokî gotiye: "Ti êrîşeke kîmawî li ser Dûma nehatiye kirin".
Herwiha got: "Dema min zanî ku kurê min li nexweşxaneyê ye, min dev ji karê xwe berda û bibazdan çûm nexweşxaneyê, li wir çekên kîmawî nebûn, ez li kolanê rawestiya bûm û min çigare dikişand û min hest bi tiştekî nekir. Ez çûm nav nexweşxaneyê û min hevjîna xwe dît, çekdaran birinc û xurme û kêk anîn û gûtin "Divê hûn beşdariyê di wênegirtinê de bikin û di beramber de, emê vê xwarinê bidin we, heger na em nahêlin hûn ji vir herin", tendirustiya kurê min jî gellekî baş bû".
Roja 14/4/2018an, bi tawana bikaranîna çekên kîmawî, Amerîka û Birîtanya û Frensa, hejmarek bingehên serbazî yên rêjîma Sûryê bordûman kirin û bi bêtirî 100 mûşekan li wan bingehan dan, ku guman heye di wan de çekên kîmawî hatibin berhemanîn, herwiha Amerîka girstirîn çekên xwe yên deryayî û ezmanî û zemînî li çardewrê Sûryê ji bo êrîşê amade kir.
N.O