Rêveberiya xweser ji YE dixwaze ku rê li ber Tirkiyê bigire

Rêveberiya xweser: Artêşa Tirkiyê du hezar û 200 çekdarên opozisyonê li gel malbatên wan ji devera qelemûnê ya rojhilatê Şamê û ji Xûtayê, li Efrînê akincî kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ku Tirkiyê bêtirî 2 hezar çekdarên opozisyonê û malbatên wan li Efrînê akincî kiriye.

Wê rêveberiyê name ji welatên Yekîtiya Ewropa û rêxistinên mirovî yên navdewletî û Komkara Erebî re şandiye û têde daxwaz ji wan kiriye, ku bizavên Tirkiyê yên guhertina demografî li Efrînê rawestînin.

Herwiha daxwaza şandina tîmên lêkolînê kiriye, ji bo şopandina rewşa xelkê Efrînê û binpêkirinên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê li wê deverê.

Li gorî nameya rêveberiya xweser, artêşa Tirkiyê du hezar û 200 çekdarên opozisyonê li gel malbatên wan ji devera qelemûnê ya rojhilatê Şamê û ji Xûtayê, li Efrînê akincî kiriye û bizavên guhertina demografî li wê deverê dike.

Herwiha daxwaz kiriye, ku pêwîs te di zûtirîn dem de, rê li ber wan bizavên Tirkiyê bê girtin.

N.O

Fly Erbil Advertisment