Li Çewlîkê û 8 bajarokên derdorê qedexeya derketinê hat ragihandin

Qedexeya derketinê wê ji sibê ve bikeve warê bicîkirinê de û heya 14ê meha dahatî wê berdewam be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro biryara qedexekirina derketinê li bajarê Çewlikê yê Bakurê Kurdistanê û heşt bajarokên bi ser ve derket û ji sibê ve dikeve warê bicîkirinê de û heya 14ê meha dahatî wê berdewam be.

Li gorî nivîseke parêzgeha Çewlikê, ew biryar 26 navçeyên ser bi 8 bajarokan ve li xwe digire.

Ew bajarokana jî ji her yek ji Ortaçanak, Adaklî, Dara Hênê, Bongîlan, Xorxol, Gêxî, Kanî reş û Çermê pêk tên.

N.O

Fly Erbil Advertisment