Çekdarên DAIŞê li Gulale êrîşî hêzên Iraqî kirin

Peyamnêrê K24ê: Çekdarên DAIŞê di wê êrîşê de, du serbazên Iraqî kuştin û 7 serbazên din jî birîndar kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şevê din çekdarên DAIŞê li bajarokê Gulale (Celewla) êrîşî hêzên Iraqî kirin, li gorî zanyariyan hejmarek serbaz û polîsên Iraq di wê êrîşê de hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûne.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li devera Germiyan ragihand, ku çekdarên DAIŞê di wê êrîşa xwe de, navendeke artêşa Iraqê li Gulale şewitandin.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, çekdarên DAIŞê di wê êrîşê de jî, du serbazên Iraqî kuştin û 7 serbazên din jî birîndar kirin, ku niha ew li nexweşxaneya Gulale tên dermankirin.

Ev yek di demekê de ye, çend rojan berî niha jî, çekdarên DAIŞê li heman navçeyê êrîşî hêzên Iraqî kiribûn.

Tevî ku berî niha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, nemana DAIŞê li welatê xwe ragihandibû, lê piştî wê daxuyaniya Ebadî, çekdarên DAIŞê çendîn caran êrîşî hêzên Iraqî û Heşda Şeibî kirin.

N.O

Fly Erbil Advertisment