Buldan: Partiyên Kurdistanî daxwaza parlementeriyê bikin emê gengeşe bikin
Hevseroka HDPê Perwîn Buldan dibêje, heger 5 partiyên Kurdistanî daxwaza parlementeriyê ji wan bikin, ewê vê daxwazê gengeşe bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka HDPê Perwîn Buldan dibêje, heger 5 partiyên Kurdistanî daxwaza parlementeriyê ji wan bikin, ewê vê daxwazê gengeşe bikin.
Perwîn Buldan ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û got, ew digel 5 Partiyên Kurdistanî di nav hevpeymaniyê de ne û danûstandinên wan berdewam dikin. Heta amedekirina lîsteyên parlementeriyê ew digel Partiyên Kurdistanî hevdîtinên teknîkî dikin.
Got jî, heger 5 partiyên Kurdistanî daxwaza parlementeriyê ji wan bikin ewê vê daxwazê gengeşe bikin.
Çend rojan berî niha partiyên wekî PAK, PSK, PDK-T, PDK û Hareketa Azadî ji bo hevpeymaniya hilbijartinan digel Hevseroka HDPê Perwîn Buldanê kom bûbûn.
Piştî ku partiyên Kurdistanî Tifaqa Kurdistanî ava kirin, ev yek ji aliyê raya giştî ya Bakurê Kurdistanê ve bi erênî hat pêşwazîkirin.
S. B